Aliyên Lîbî danûstandinên xwe li Mexribê dirêj dikin

Îro sêyemîn civînên aliyên Lîbî li bajarokê Bûzinîqe yê Mexribê tên lidarxistin û dibe ku ev civîn bo 2 rojên din jî werin dirêjkirin.

Parlementerê Lîbî Elî El-Tikbalî diyar kir ku gelek astengî li pêş vê diyalogê hene, di serî de, şandeya Meclisa bilind a dewletê û şandeya Parlemena Lîbî, ti hêzeke wan li ser erdê tuneye ku lihevkirinan bi cî bikin.

Li gorî Tikbalî, astengiya duyemîn jî ew e, ku endamên şandeya Meclisê girêdayî rêxistina Ixwanan in.

Hemwextî van civînan, dewleta Tirk veguhastina çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku duh Duşemê, 109 çeteyên Sûrî, bi balafireke Lîbî, ji Tirkiye ber bi Lîbyayê ve hatin şandin.

Yekşema borî, şandeya Meclisa bilind a dewletê ya girêdayî hikumeta Wîfaqê û şandeya Parlemenê, li Mexribê, ji bo gihiştina lihevkirinekê ku dawî li aloziya Lîbyayê bîne, dest bi civînan kir.

Back to top button