Duh Duşemê, li qezaya Daqûq a başûrê Kerkûkê, hêzeke taybet ji pergala dije-terorê ya Iraqê, operasyonek pêk anî, di encamê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 jî hatin girtin.
Her wiha li qezaya Kerme ya li rojhilatê Felûcayê, di operasyoneke din de, 2 çeteyên tirsnak ên DAIŞ’ê hatin girtin.
Li aliyekî din, hêzên firqeya ”Bersivdayîna Lezgîn” a Iraqê, di çerçoveya plansaziya ewlekarî ya wergirtina çekên bê ruxset û binçavkirina sûcdaran, operasyonek li parêzgeha Mîsan pêk anî.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li qezaya Mecer, 4 sûcdar hatin girtin û bêhtirî 30 çekên bê rûxset hatin desteserkirin.
Tê zanîn berya 2 rojan, di encama êrîşeke DAIŞ’ê li parêzgeha Diyalayê de, 2 leşkerên artêşa Iraqî hatin kuştin
Di êrîşa xwekuj a li Kerkûkê, 2 endamên polîsê birîndar bûn
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê ragihand ku li Geliyê Ebû Şiha ya navçeya El-Reşad a girêdayî parêzgeha Kerkûkê kesek xwekuj ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat dorpêçkirin.
Li gorî şaneya ragihandinê, piştî dorpêçkirina kesê xwekuj rabû xwe teqand û di encamê de du ji polîsên ferdral birîndar bûn.
Heftiya borî jî, li ser riya Tekrît û Kerkûkê tirimpêleke bombebarkirî teqiya, di encamê de jinek hat kuştin û sê ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.