Şêniyên Zirganê: Tevî garanetoran, topbarana dewleta Tirk ranewestiya ye

Şêniyên Zirgan û Dirbêsiyê nûçeyên ku dibêjin şêniyan malên xwe terikandine û koçber bûne, red kirin.
Şêniyan destnîşan kir ku ew ji malên xwe dernekevin û li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ew ê xaka xwe biparêzin.

Dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê ji çend rojên berê ve hewl didin tevlîheviyê li navçeya Zirgan û Dirbêsiyê belav bike.

Ji bo wê nûçeyên derew ên girêdayî niyeta Tirkiyê ku êrîşî deverên navborî bike, li ser malperên tevna civakî belav dike.

Bi vê yekê hewl didin ku şêniyên navçeyê neçarî koçberiyê bikin û herêmê vala bikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê di nava navçeyê de geriya û jiyana asayî ya sivîlan şopand.

Şêniyên navçeyê Zirganê dibêjin topbaran dewleta Tirk a dagirker ranewestiya ye û di dema topbaranê de hêzên hikumeta ji herêmê direvin .

Şêniyên Zirganê: Ti kes koçber nebûye, em li malê xwe ne

Şêniyan diyar kir ku hemû nûçeyên ku behsa koçberiya şêniyên Zirganê û valakirina malên wan dikin, ne rast in û gotin:

“Li gel topbarana bê ser û ber, lê sivîl hîna di malên xwe de ne û tu kes koçber nebûye.”

Şêniyên Dirbêsiyê: Em bi xaka xwe girêdayî ne û li dijî her êrîşekê li ber xwe bidin

Şêniyên Dirbêsiyê heman helwest nîşan dan û gotin; em bi xaka xwe girêdayî ne û guh nadin van derewan.

Back to top button