Nerîman Ehmed: Serweriya yek partiyê, sedema sereke ya kûrbûna aloziya siyasî, aborî û civakî ye

Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed da xuyakirin ku PDK ji bo parastina berjewendiyên xwe piştgiriyê dide êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî partiyên li Başûr, operasyonên girtina navend û binçavkirina endaman daye destpêkirin.

Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Nerîman Ehmed li ser aloziya li Başûrê Kurdistanê, operasyona PDK’ê ya girtina rojnamevan û endamên partiyên siyasî û hevkariya hin aliyên Kurd bi dagirkeriya Tirk re, ji ANHA’yê re axivî.

Ehmed diyar kir ku desthilatdariya yek partiyê, sedema sereke ya kûrbûna aloziya siyasî, aborî û civakî ye û got:

“PDK û YNK tenê ji bo pêkanîna berjewendiyên teng dixebitin û daxwaziyên gel ji bîr kirine.”

Nerîman da zanîn ku hin partî, dûrî pirsgirêka kurdî ketine û li ser bingeha dijberiya gelê Kurd, têkiliyan bi îstîxbaratên dewletên herêmî û derve re datînin.

Ev alî, li pêşiya pêkanîna yekîtiya neteweyî jî dibin asteng.

Narîman Ehmed destnîşan kir ku gelek partî û hêz li Başûr hene, lê nikarin tu guhartinên radîkal pêk bînin, ji ber ku bûne amûreke desthilata serwer a Başûr û got:

“Mixabin, lewazbûna van partiyan, rê li pêşiya PDK’ê vekiriye ku serwer bimîne û wan kontrol bike.”

Narîman Ehmed da xuyakirin ku Tevgera Azadî helwesta xwe ya rikeber li hember desthilata Başûr parastiye û neketiye bin bandora wê, ji ber vê yekê bûye armanca operasyonên binçavkirinê.

Narîman der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê de jî got:

“Ji bilî desteka sîxuriyê ya ku PDK dide Tirkiyê, bi ragihandina xwe jî êrîşên wê rewa dike û bi vê helwestê, PKK’ê dike armanc.”

Endamê Desteya Serokatî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên Kurd yên Başûrê Kurdistanê kir ku çareseriyekê ji rewşa heyî re bibînin û guhartineke rasteqîn di qada civakî û aborî de pêk bînin.

Back to top button