Meclisa Jinên Sûrî bi boneya salvegera 3. a damezirandina Meclisê daxuyaniyek da

Meclisa Jinên Sûrî bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Meclisê daxuyaniyek da û salveger li hemû jinan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de banga xurtkirina tedbîrên qanûnî yên nevneteweyî ku jinan ji tundî û sûcên cihêreng diparêzin, hat kirin.

Îro salvegera 3. a damezrandina Meclisa jinên Sûrî ye..

Meclisa Jinên Sûrî 8’ê Îlona 2017’an hat avakirin..

Meclis, bi silogana “Jina rêxstinkirî bingeha avakirina Sûriyeke nenavendî, pirengî û demokratîk e”, bi kongreyekê li bajarê Minbicê ava bû.

Armanca Meclisê, hêz û keda jinên Sûrî bike yek û sîstemeke civakî demokratîk ava bike.

Meclisa Jinên Sûrî bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina xwe daxuyaniyek da.

Daxuyanî li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo hat xwendin.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûrî Lîna Berekat daxuyanî xwend û salvegera damezirandina meclisê li jinan pîroz kir.

Lîna Berekat anî ziman ku Meclisê girîngî da keda jinan ya di xurtkirina aştiya nexweyî, bi taybetî li herêmên ku koçberî lê çêbûye.

Her wiha girîngî da rawestandina şer û çareseriya siyasî yaji avakirina pêşeroja Sûriyê.

Lîna Berekat da zanîn ku ji bo pêşxistina jinan Meclisê gelek xebat kirin û jin perwerde kirin û nîqaşên ji bo pêşxistina rola jinê di warê siyasî û civakî de hatin kirin.

Lîna Berekat diyar kir ku divê jinên Sûriyê beşdarî xebatên avakirina aştiyê bibin û banga xurtkirina tedbîrên qanûnî yên nevneteweyî ku jinan ji tundî û sûcên cihêreng diparêzin, kir.

Endama Meclisa Jinê ya PYD’ê Rozelîn ji bo televizyona me axivî û armancên Meclisê vegot.

Berdevka Têkiliyên Meclisa Jinên Sûrî Mekiya Hiso salvegera damezirandina meclisê li jinan pîroz kir.

Back to top button