Li gelek bajaran bi dehan endamên ESP’ê hatin binçavkirin

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo dengê civakê qut bike, bi hemû hêza xwe li dijî nûnerên rêxistinên civakê oparasyonên qirkirina siyasî zêde kiriye.

Vê carî jî di hedefa faşîzmê de, Partiya Sosyalît a Bindesta ESP hebû. Bi hemwextî polînên AKP’ê li gelek bajaran bi ser navendên partiyê de girt û bi dehan kes binçav kir.

HDP’ê li dijî vê yekê bertek nîşan da û got, Destê xwe ji ser muxalîf û şoreşgeran hilînin.

Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên mîna Antalya, Amed, Hatay, Îzmîr û gelek bajarên din bi hemwext operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin.

Di serdegirtinan de, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî di nav de heta niha 14 kes hatine binçavkirin..

Hat zanîn ku di lîsteya binçavkirinê de navê 17 kesan hebû.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û bi hinceta ku biryara astengkirinê ya 24 saetan hatiye dayin, destûrê nadin ku parêzer kesên hatine binçavkirin bibînin.

Her wiha nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Serdal Işik jî di çarçoveya dosyayeke cuda de hate binçavkirin.

ESP: Em ê stuyê xwe xwar nekin

Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) derbarê operasyona qirkirina siyasî ya li ser endamên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ESP’ê anî ziman ku ewê li hemberî kesê stuyê xwe xwar nekin û wiha got:

Bila tu kes xeyal neke ku em ê stûyê xwe xwar bikin.

Li hemberî van êrîşan em bang li gelê xwe dikin ku bila bi xurtî li partiya xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin têkoşîna me ya li hemberî zext, înkar, tacîz, tecawiz, îstîsmar û esaretê.”

HDP: Destê xwe ji ser muxalîf û şoreşgeran hilînin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HDP’ê got, deshilata AKP-MHP’ê dixwaze derdorên azadîxwaz û heqxwaz bi binçavkirin û girtinan biçewisîne û muxalîfan bêdeng bike.

HDP’ê ev bang li hikûmeta Tirk kir:

Demil dest destên xwe ji ser muxalîfan û şoreşgeran hilînin.

Dawî li operasyona qirkirina siyasî ya der hiqûq û der exlaq bînin.

Bang li raya giştî û hêzên muxalîf ên civkaî kir ku li dijî van polîtîkayên çewisandinê yê desthilata Tirk dengê xwe zêdetir derxînin.

Back to top button