Beşa yekemîn a malbatên koçber gihaşt kampa Serê Kaniyê

Veguhestina Koçberên Serê Kaniyê yên li dibistanan, ji kampa Serêkaniyê re dest pê kir. Îro koçberên 3 dibstanan ku ji 70 malbatî pêk tên veguhêzin kampê. Hevseroka Rêveberiya kar û barên koçberan û penaberan Gulistan Oso eşkere kir bi giştî wê 2 hezar û 700 malbat bên bicihkirin.

Rêveberiya Xweser 15’ê Tebaxa borî xebatên avakirina kampa Serê Kaniyê bi dawî kir.

Rêveberiyê ev kamp ava kir da ku koçberên Serê Kaniyê yên di dibistanan de dimînin veguhezin kampê.

Armanc ji valakirina dibistanan jî ew e ku xebatên perwerdeyê baş pêk were.

Veguhestina Koçberên Serê Kaniyê yên li dibistanan, ji kampê re jî îro dest pê kir.

Weke gava destpêkê îro beşa yekemîn ku ji 70 malbatî pêk tê gihaşt kampê.

Di kampê de agahiyên malbatan hatin qeydkirin, ji her malbatekê re konek, li rex wê odeyeke çêkirî ku tê de xwaringeh, serşok û destav hene.

Rûbera kampê 600 donim e, tê de 2 hezar û 660 kon hene.

Kon bi tevahî xizmetguzariyên ji av, kehrebe, zemîna çîmento amadekirî ne.

Back to top button