Parêzer Seda Şaraldi: Rewşa Dîdem Akman ku ev 203 rojin di rojiya mirinê de ye giran e

Parêzer Seda Şaral-di serdana miwekila xwe Dîdem Akman ku ev 203 rojin di rojiya mirinê de ye kir û got rewşa wê giran dibe.

Rewşa tendiristiyê ya girtiya siyasî Dîdem Akman ku ev 203 roj in di rojiya mirinê de ye, giran dibe.

Parêzer Seda Şaral-di li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşî-lyurtê ya Izmîrê serdana Dîdem kir.

Parêzer Seda diyar kir ku birînên devê Dîdem zêde bûne ji ber wê ew bi zorê diaxive.

Her wiha anî ziman ku di bihîstin û dîtinê de jî zehmetiya dikşîne.

Parêzer Seda anî ziman ku ji bo ku daxwaza Akman were bicihanîn gelek caran daxwazname dane rêveberiya Girtîgeha Şakranê.

Lê bi hinceta disîplînê ev daxwazname ne kirine kar.

Parêzer Seda Şaraldi got miwekîla wê ev 203 roj in di rojiya mirinê de ye û xwest ku demildest dawî li vê bê-qanûniyê were.

Back to top button