Desteya Çandiniyê ji ber guhartinên avhewayê hin tedbîr ragihand

Ji bo pêşî li pirsgirêkên di berhemên çendiniyê bigirin, Desteya Aborî û Çandiniyê, di giştînameyek de ji cotkaran re hin tedbîr ragihand.

Desteyê diyar kir ku bi sedema guhartinên avhewayê yên di salên dawî de rûda ne, divê cotkar cot kûr bajon, ji bo rêjeya oksicînê di nav axê zêde bibe.

Hat zanîn ji bo pêşîligiritina zerbûn, kêmbûna berhema çandiniyê û nexweşiyên kuvarkî yên genim û ceh, divê çotkar:

– Semada guncaw bikar bîne.

– Pêkanîna cotkirina kûr ji erdê re bike.

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ji cotkaran daxwaz kir ku van biryaran li berçavan bigrin û li gorî wê tev bigerin.

 

Back to top button