Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber Ocalan li Başûrê Kurdistanê hatibû despêkirin de heta niha nêzî 2 hezar îmza hatine komkirin.
Komek rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Ocalan, kampanyayek îmzeyan di 30’ê Tebaxê de dabûn destpêkirin.
Kampanyaya li ser înternetê hatî destpêkirin dewam dike.
Heya niha nêzî 2 hezar îmze hatine komkirin.
Kampanya bi 9 zimananên cûda hatiye destpêkirin.
Her kesê ku bixwaze kampanyayê îmze bike dikare forma hatî belavkirin dagire û îmze bike.