ŞERVANÊN QSD’Ê 2 JINÊN ÊZIDÎ, ZAROKEK Û GELEK SIVÎL RIZGAR KIRIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Li gorî agahiyên dawî, şervanan gelek sivîl rizgar kirin û gundên rizgarkiriî ji mayînan paqij dikin.

Ji aliyekî ve pêşdeçûna şervanên QSD’ê û li aliyê din jî rizgarkirina sivîlan dewam dike.

Şervanan di nav de 2 jinên êzîdî û zarokek, gelek sivîl rizgar kirin.

Her wiha gundên rojhilatê Dêrazorê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê tên paqijkirin.

Pisporên vekirina mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li gundên rojhilatê Dêrazorê, gelek mayînên çeteyên DAIŞ`ê bê bandor kirin.

Nûçegihanê me ji çeperên pêş ên şer, herêma ku di destê DAIŞ”ê de weke ketî bi nav kir û ragihand çeteyên DAIŞ’ê di firehiyek ji 4 heta 6 Km çargoşeyî de asê mane.

Çeteyên DAIŞ’ê sivîlan weke mertalên zindî ji bo astengiyan li pêşiya şervanan derxînin bi kar tînin.

Leave a Reply

Back to top button