Li Dîwaniya ya Iraqê di encama teqînekê de kesek mir û 2 birîndar bûn

Li herêma Dîwaniya ya Iraqê, mayînek bi kerwanekî lojîstîkê yê Koalîsyona Navnetewyî ve teqiya. Di encamê de kesek mir û 2 jî birîndar bûn.

Çavkaniyên hêzên ewlehiya Iraqê ragihand, di encamê teqîna vê mayînê de endamekî hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê jî ev agahî piştrast kir û diyar kir ku teqîn li ser rêya Dîwaniya-Babil pêk hat û destnîşan kir ku hêzên polîsa Iraqê, bi taybet hêzên Swat bi kerwan re bû.

Duh jî mayînek bi kerwanekî alîkariyên lojîstîkê yê Koalîsyona Navneteweyî li ser rêya Tacî ya Bexdayê ve teqiya lê tiştek bi tu kesî nehatibû.

Back to top button