Sema Hemo: Tirkiye dixwaze derbeyê li stûna civakê bixe

Berpirsa Navenda Xabûr a Çand û Hunera Hesekê Sema Hemo li dijî sixurkirina dewleta Tirk, gelên herêmê ciwan hişyar kir.
Sema diyar kir ku Tirkirye bi ciwanan, dixwaze derbeyê li stûna civakê bixe.
Beşdarên komxebata li ser şerê taybet ya ku li Kobanê hatibû lidarxistin jî gotin:
armanca komxebatê hişyarkirina civakî ye û prewerdekirina ciwana ye.

Di van rojên dawî de, Hêzên Asayîşê bi dehan ciwanên ku sîxuriyê ji MÎT’a Tirk re dikin girtin.

Dewleta Tirk bi sîxurkirina ciwanan, hewl dide fitne û tevliheviyê li herêmê derxîne û kesayetên welatparêz û netewî dike armanc.

Li dijî van hewldanên qirêj û sîstemetîk, gelên bakur û Rojhilatê Sûrî ciwanan hişiyar dikin..

Berpirsa Navenda Xabûr a Çand û Hunera Hesekê Sema Hemo destnîşan kir ku, Tirkiyê û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê û şerê navxweyî li herêmê derxînin.

Sema Hemo diyar kir ku bi ciwanan dixwazin projeya netewa demokartîk û biratiya gelan, têk bibin.

Lewra Sema bang li ciwanan û şêniyan kir ku haya wan ji van planên qirêj hebe û bi pey nekevin û li hemberî wan bisekinin.

Divê civak bê hişiyarkirin û ciwan bên perwerdekirin

Beşdarên komxebata derbarê şerê taybet ya ku li Kobanê hat lidarxistin de jî li ser heman mijarê axivîn û gotin, armanca komxebatê hişyarkirina civakî ye..

Back to top button