Koalîsyona Ereb vê sibê droneke bombebarkirî ya Hûsiyan li başûrê Siûdiyê xist xwarê.
Berdevkê Hevpeymanê yê li Yemenê Tirkî El-Malikî da xuyakirin ku ev dron, ji bo êrîşî sivîlan bike hatibû şandin.
Hevpeymana Ereb duh dibê jî droneke bêpîlot a Hûsiyan ku ber bi Siûdiyê ve hatibû şandin, rûxand.
Di heman rojê de artêşa Yemenê bi pêşengiya Hevpeymana Ereb gelek deverên parêzgeha Cewf û Merib ên rojhilatê Sen’ayê kontrol kirin.
Di şerê kontrolkirina wan derveran de, 25 çekdarên Hûsî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.