Yûnanistanê..Li Kampa Moriya ya penaberan şewat derket

Li kampa koçberan ya li girava Lesbos ya Yûnansîstanê ku yek ji kampên herî mezine, şewat derket. Kampa ku 13 hezar koçber têde bûn, bi carekê de şewitî.Metirsiya vîrûsa Corona û şewata li kampê di nava koçberan de metirsiyek mezin da avakirin.

Kampa herî mezin ya koçberan ku li girava Lesbos ya Yûnansîstanê ye, di saetên nîvê şevê de şewitî.

Şewata ku derketî ji ber bahuza heyî di demeke kin de li kampê belav bû.

Bi hezaran koçberên ku ji ber derketina vîrûsa Corona li kampa Moria dibin çavdêriyê de bûn, ji ber şewatê neçar man ku ji kampê dûr bikevin.

Li gorî nîşaneyên despêkê, ji ber şewatê ti ziyanên canî çênebûne.

Lê kesên ji dumanê bandor bûyî hene.

Piştî şewatê tîmên agirkujiyê jî berê xwe dan herêmê.

Serokwezîrê Yunanîstan Kiryakos Miçotakis li ser mijarê biryara civîneke awerte da.

Alîkarê waliyê girava Lesbos Aris Hatzikomninos ragihand ku kamp bi tevahî şewitiye.

Li gorî medya Yewnan, şewatê serê sibehê dest pê kir.

Hate îdîakirin ku şewat ji aliyê koçberan ve hatiye derxistin ku li ber tevdîrên karantînayê rabûn.

Koçber jî dibêjin niştecihên gravê êrîşî kampê kirine û şewat derketiye.

Lê rastiya ku tê dîtin jî ewe ku ji kampê ti rengê lê jiyankirinê ne maye.

Koçberên ji ber şewatê reviyan li ciheke dûr yê pêşberî kampê di nava beteniya xwe de li şewatê temaşe kirin.

Li kampa ku ji bo 13 hezar kesî hatibû amadekirin, 4 qatê jimara xwe koçber lê bicih bûbûn.

Ji sedî 70 koçberên li kampê ji Afganîstanê ne.

Alîkarê serokwezîrê Komisyona Ewropa anî ziman ku ew ji alîkariya bi Yunanîstanê re amade ne.

Back to top button