Li Efrînê çeteyekî 60 salî bi darê zorê bi keçeke 21 salî re zewicî

Li Efrîna dagirkirî çeteyekî 60 salî bi darê zorê bi jineke kurd a 21 salî re zewicî, her wiha beriya vê bi salekê çeteyan bi komî destdirêjî li jineke 30 salî kiribûn.
LI aliyê din revandina şêniyan û talankirina milkê wan jî didome.

Ji bilî revandina şêniyan, zewca bi darê zorê û destavêtina jinan li Efrîna dagirkerî didome.

Di vê çarçoveyê de Malpera Afrîn Post, eşkere kir ku çeteyekî 60 salî bi darê zorê bi keçeke kurd a 21 salî ya ji gundê Çeqela yê Şiyê re zewicî.

Çeteyan bi komî destdirêjî li jineke 30 salî kirin

Heman malperê sûceke din li dijî keçeke Efrînî eşkere kir, li gorî jî çeteyan bi komî destdirêjî jineke 30 salî ji gundekî navçeya Şiyê kirine.

Malperê diyar kir ku destpêka sala borî, çeteyan bi ser maleke li gundekî Şiyê de girtin, Piştî ku madeyên hişbirê dane wê keça astengdar, bi komî destavêtinê ye.

Malperê ragihand jî tevî ku ew keç ducanî jî bibû, lê bûyer li ser hat nixûmandin û doz nehat vekirin.

Çeteyan şêniyek ji gundê Badîna revand

Li aliyekî din jî revandin û êşkencekirina şêniyan jî bêserûber didome.

Ajansa Nûçeya a Hawarê diyar kir ku çeteyên dewleta Tik şêniyê bi navê Reşîd Zelfo yê ji gundê Badîna yê navçeya Mabatayê revand.

Çete mal û milkên şêniyan desteser dikin

Her wiha mal û milkên şêniyên resen jî tê talankirin.

Malpera Afrîn Post diyar kir ku çeteyan malpereke facebookê bi navê ‘Bazara Giştî ya Efrînê’ çêkirine û li ser milkên şêniyan dadixin bazê.

Di vê çarçoveyê de çeteyê bi navê Ebdil Melek Îdlibî malê şêniyekî li ser riya Cindirêsê desteser kiriye û bi 800 dolar daxistiye bazarê.

Her wiha çeteyan firina Cûdî ya nan jî desteser kirine û veguherandine navendeke perwedeya olî..

Back to top button