Xezîneya Amerîka 2 wezîrên berê yên Libnanê ceza dike

Duh Amerîka, 2 wezîrên berê yên Libnanê, ji ber piştgiriya wan ya ji bo Hizbullahê, xistin lîsteya xwe ya reş.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka bi daxuyaniyekê ragihand, ku wê ceza li ser wezîrê karên giştî Yûsif Finyanûs û wezîrê darayî Elî Hesen Xelîl, ku di hikumeta berê ya Libnanê de bûn, ferz kirine.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka, her du wezîrên berê yên Libnanê, bi piştgiriya aborî ya ji bo Hizbullahê, tevî gendeliyê, tawanbar kir.

Li gorî van cezayan, hesabên her du wezîran li Amerîkayê tên cemidandin û rê li ber danûstandina welatî û şîrketên Amerîkî bi wan re, tê girtin.

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîka yê karûbarên Rojhilata Navîn ديفيد شنكر David Schenker diyar kir ku, cezayên li ser berpirsên Libnanê dest pê kir û heta pêkanîna daxwazên gelê Libnanê wê bedewam bikin.

Back to top button