Yûnanistan, Qibris û Israîlê, lihevkirineke leşkerî ya sê-alî, îmze kirin

Rojnameya Proto Thema ya Yûnanistanê ragihand, ku Yûnanistan, Qibris û Israîlê, lihevkirineke leşkerî ya sê-alî, ji bo sala 2021’ê îmze kirin.

Ev bername hevkariya leşkerî di navbera her sê welatan de, bi rêya rahênanên hevbeş û tetbîqatên leşkerî, xurt dike.

Rojnameyê eşkere kir ku ev lihevkirin duh Sêşemê bi beşdariya serokerkanê giştî yê Yûnanistanê Konistantînos Floros û serokên şandeyên Israîl û Qibrisê, hat îmzekirin.

Ev lihevkirin di demekê de tê ku di navbera Yûnanistan û Qibrisê ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyê din ve, ji ber lêgerîna dewleta Tirk li gaz û petrolê li rojhilatê Deryaya Spî, aloziyên mezin derketine.

Back to top button