Şêniyên Til Temir: Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelan dewam dike

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûrîyê li Til Temir ûTil Birakê meş pêk hatin.

Şêniyên Til Temirê jî diyar kirin ku siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûye û dixwaze destkeftiyên pêkhateyan têk bibe.

Meşa ku ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li dawiya Kolana Filistîn veguherî mîtîngê.

Li vir jî bi navê partiyên siyasî Mihemed Seîd Ehmed û bi navê Kongreya Star Eyhan Yûnis axivîn.

kesên axivîn diyar kirin dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazan hewl dide destkeftiyên pêkhateyan têk bibe û bang li hemû pêkhate û gelê herêmê kirin ku li dijî êrişên artêşa Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Şêniyên Til Berek: dewleta Tirk li ser gelan metirsiyeke mezin e

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekê gelên herêmê zêde dibe û li dijî wê jî çalakî dewam dikin.

Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk şêniyên navçeya Til Birakê meşek li dar xist.

Meş li Çerxerêya Firinê ya navçeyê, bi beşdarbûna girseyeke mezin dest pê kir.

Şêniyan di meşê de, daxwaza sînorkirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê kirin.

Her wiha bang li saziyên mafên mirovan kirin ku li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, helwesteke mirovî nîşan bidin.

Meş li çerxerêya şehîdan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebd El-Selam El-Hesanî û bi navê Kongreya Star Rîm Ebdîllah axivîn diyar kirin ku dewleta Tirk li her derê sivîlên ewle hedef digire û gotin:

Dewleta Tirk îro metirsiyeke mezin li ser tevahiya gelên azadîxwaz çêdike û hewl dide îrade û israra wan têk bibe.

Kesên axivîn bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li her derê şermezar kirin û daxwaz kirin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re were danîn.

Back to top button