Artêşa Tirk li Wan, Gever û Zapê êrîşên dagirkeriyê pêk anîn

Artêşa Tirk a dagirker ku li Heftenînê derbên giran ji gerîlayan dixwe li dijî Wan, Gever û qadên Zapê êrîşên pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî êrîşên bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekir:

2’ê Îlonê artêşa Tirk’ê ya dagirker li sêgeşoya Elbaq-Mehmûdî-Payizava ya Wanê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin.

Ev operasyona dagirkeriyê 5’ê Îlonê bêyî ku encamekê bistîne vekişiya.

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk li derdora van gundan bi yekîneyên taybet kemînan datîne.

8’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker qada Çemço ya herêma Zapê, qada Hirçina Jêrê ya navçeya Geverê ya Colemergê û Tengava Şehîd Cesûr bi balefirên şer, obûs û hawanan topbaran û bombebaran kir.

HPG’ê ragihand ku di van êrîşan de ti ziyan ne gihiştine gerîlayan.

Her wiha şewata ku li 7 deverên cuda yên Çiyayê Cûdî derketibû xwe bi xwe vemirî.

Lê belê vê carê li gundên Nêvaqara û Cifanê yên girêdayî navenda Şirnexê şewat derket û belav dibe.

Li vir jî despêkê çend dimenê nêz yê şewata li nava daristanê bidin, piştre yê jêr bidin.

Back to top button