Ebû El-Xeyz: Em destwerdanên li karûbarên Ereban red dikin

Di civîna Komkara Erebî de destdirêjiya dewleta Tirk ya li welatên Ereban hat şermezarkirin û banga avakirina eniyeke Erebî li dijî Tirkiyê hat kirin.

Komîteya Wezîran ya Ereb ya li ser destwedanên Tirkiyê di welatên Ereban de disekine ku Misir serokatiya wê dike di çarçoveya dewreya 154’an ya Komkara Erebî civîna xwe pêk anî.

Di rûniştinê de, Sekreterê Giştî yê Komara Erebî, Ehmed Ebû El-Xeyz got ku ew destwerdanên Tirkiye û Îranê yên li karûbarên Ereban red dikin.

Derbarê danûstandinên aliyên Lîbî li Mexiribê, Ehmed Ebû El-Xeyz destnîşan kir ku ew van hewildanan erênî dinirxînin.

Ebû El-Xeyz hêvî kir ku di demeke nêz de aliyên Lîbî ji bo pêkanîna agirbestê bigihêjin tifaqekê.

Şikrî: Divêwelatên ereb li dijî tirkiyê siyaseteke hevpar birêve bibin

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî jî destnîşan kir ku destwerdanên Tirkiyê ya li welatên Ereban gefa herî mezin e li ser ewlehiya netewî ya Ereban.

Samih Şikrî bang li welatên Ereban kir ku li dijî kiryarên Tirkiyê siyasteke hevpar birêve bibin.

Back to top button