Hikumeta Şamê êrîşî gundewarên Cebel El-Zawiye kirin

Li Idlibê hêzên hikumeta Şamê careke din dest bi topbarankirina gunedwarên Cebel El-Zawiyê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê hêzên hikumetê deverên Kensefera, Sifûhin, Kefer I’weyd û hin deverên din li Cebel El-zawiyê
topbaran kir.

Dewleta Tirk zêdetirî 15 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyeke din jî dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne, herî dawî jî, zêdetirî15 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya da zanîn ku duh kerwaneke din ya dewleta Tirk di deriyê kefir Losîn re derbasî Idlibê hat kirin.

Bi derbaskirina van maşîneyan re, jimara giştî ji destpêka meha Şibatê û heta niha ve bû 9 hezar û 650 maşîne.

Back to top button