Koçberên Serê Kaniyê: Divê NY û rêxstinên mirovî alîkariyê bidin kampê

Ji bo başkirina rewşa koçberên Serê Kaniyê, rêveberiya xweser koçberên li dibistanên Hesekê veguhestin kampeke nû.
Niha koçberên li Kampa Serê Kaniyê ji rewşa kampê heya astekê razî ne.
Koçberan bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyê pêşkêşî kampê bike.

Piştî koçberên Serê Kaniyê yên li dibistanan veguhezin kampa Serê Kaniyê, rewşa wan ji berê baştir bû.

Koçber dibêjin, ev der ji dibstana baştir e û rêveberiya kampê hemû pêdiviyên pêwîst pêşkêşî wan dike.

Li ser pirsa çima hûn ji dibistanan derketin gotin:

“Bila, zarokên Hesekê ji xwendinê bê par nemîn.”

Niha barê herî mezin li ser pişta Rêveberiya Xweser e, NY ti alîkariyê pêşkêş nake.

Daxwaza koçberan ya sereke ew e bû ku rêxistinên mirovî alîkariyê pêşkêş bikin û barê rêveberiya sivik bikin.

Rewşa kampê gelekî baş e.

Danûstanina rêveberiya kampê jî bi me re baş e..

Lê em ji NY dixwazin ku piştgiriya me bike.

Piştgiriya Kampê jî bike..

Lê hê jî êş û zehmetiya ji ber dagirkeriya Tirk kişandin ji bîra koçberan neçûye.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî serê Kaniyê kir û dagir kir.

Xaka me dizîn û dagirkirn, mal û milkên me talan kirin.

Tiştek me nehiştin..

15’ê Tebaxa borî, Rêveberiya Xweser xebatên avakirina kampa Serê Kaniyê bi dawî kir.

Rûbera kampê 600 donim e, 2 hezar û 660 kon lê hene.

Ev kamp ji bo bicihkirina koçberên Serê kaniyê yên ku di dibistanên Hesekê de bûn hat avakirin.

Berî çend rojan veguhestina wan destpê kir û 70 malbat derbazî kampê bûn.

Wê demê Hevseroka Rêveberiya kar û barên koçberan û penaberan Gulistan Oso eşkere kir ku bi giştî wê 2 hezar û 700 malbat bên bicihkirin.

Back to top button