Li Somalya 18 çeteyên “El Şebab” bi êrîşeke Amerîkî hatin kuştin

Şevê din di êrîşeke hewayî ya Amerîkî de, 18 çeteyên tevgera “El Şebab” hatin kuştin.

Duh di êrîşeke hewayî ya Amerîkî de, li herêma Amrîrî ya Celebê ku dikeve parêzgeha Cûba Navîn, serçeteyekî tevgerê di nav de, 18 çeteyên tevgera El Şebab hatin kuştin.

Ev yek jî di encama operasyoneke taybet li dijî cihê kombûna çeteyên vê tevgerê de pêk hat.

Rayedanên Ewlehiyê yên Somalya eşkere kirin ku di nava kesên hatîn kuştin de, berpirsê darayî yê yê bi navê Ebdullah Elî Adem jî hebû.

Di dema dawî de Artêşa Somalya gelek operasyonên leşkerî li dijî çeteyan bi destekdayîna Afrîqî- Ewropî pêk tîne.

Back to top button