Li bajarê Alatona yê Maliyê 4 leşker, di êrîşekê de hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, êrîşkeran 4 leşker, di nav de serbazek kuştin û 2 erebeyên leşkerî jî desteser kirin.
Ajansa Fransî jî da xuyakirin ku heta niha ti aliyan berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.
Piştî darbeya li dijî serweriya serokê Maliyê Ibrahîm Kîta, 3 êrîş pêk hatine, ev jî ya 4’an e.
Di her çar êrîşan de, zêdeyî 22 kes hatine kuştin.