Meclisa Leşkerî ya Minbicê mikurhatinên 2 sîxuran belav kir

Navenda ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê mikurhatinên sîxurên hikumeta Şamê weşand.
Ev sîxuran li xwe mirkurhatin ku wan ji bo istixbaran hikumetê, agahî li ser QSD’ê û hêzên koalîsyonê kom dikir.
Sîxuran diyar kir ku armanca hikumetê ji avakirina şaneyan kontrolkirina herêmê ye..

Roj bi roj hewldanên qirêj yên hikumeta şamê ji bo derxstina tevliheviyê û têk birin armiya herêmê bi belgeyan zêde dibe.

Derket holê ku Hikumeta Şamê li pişt buyerên teqîn û kuştina kesayetên welatparêz û netewiyî ye.

Armanc jî xuyaye, da ku ji her kesî re bide eşkere kirin ku rêveberiya xweser û QSD nikarin ewlehiya herêmê biparêzin.

Lê li hemberî van hewldanan hêzên asayîşê û QSD’ê, sîxurên hikumetê digirin û hewldanên wan pûç dikin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dîmênên mikurhatinên sîxurên Hikumeta Şamê belav kir.

Meclis wê di demên bê de jî gelek mikurhatinên sixuran ên ku ji aliyê wan hatine girtin bi weşîne.

Duh jî meclisê mikurhatinên 2 sîxurên hikumetê belav kir.

Van sîxuran li xwe mikurhat ku ew bi veguhestina agahiyên taybet li ser tevgera QSD’ê û koalîsyonê navneteweyî,

û endamên rêveberiya xweser ji istixbaran Şamê re hatibûn erkdarkirin.

Çete Casim El-Salih û Ehmed Fewaz behsa têkiliyan wan bi istixbara Şamê û şandin agahiyan derbarê nuqteyên leşkerî ji Hikumetê re kirin.

Her wiha bi awayekî domdar rapor li ser tevgera maşîneyên Koalîsyonê li herêmê ji hikumetê re şandine.

Van her du çeteyan piştrastkirin ku hikumeta ev şane bi armanca ji nû ve kontrolkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ava dikin.

Şaneyên hikumeta Şamê hewldan li Dera Zorê bi rêya kuştina seroeşîran gel li dijî QSD’ê sor bike, lê êlên ereb li dijî vê girêdan xwe bi QSD’ê xurtir kir..

Back to top button