TEMELLÎ: EM Ê BERSIVA HERÎ XURT DI SINDOQAN DE BIDIN FAŞÎZMÊ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di danasîna namzetên hevşaredariyên Dersimê de axivî û got:

“Divê teqez û demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê.”

Sezaî Temellî diyar kir ku wê mil bi mil, li gel hev bi yek hêz ava bikin û got:

“Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin.

Bi tecrîdê aştî û demokrasî ji Tirkiyê dûr dikeve.

Hemû Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Ji bo şikandina tecrîda Tirkiyê em ê bi hev re têbikoşin.

Bi qeyûman rêvebirin bi xwe faşîzm e. Dixwazin faşîzmê bi sazî bikin.

Ji bo vê yekîtiya hêzê ya li Dersimê girîng e. 31’ê Adarê emê bersiva herî xurt li ser sindoqan bidin faşîzmê.”

Temellî diyar kir ku qeyûm cudahiyên li herêmê tune dihesibînin û got:

“Divê em qeyûman wisa ji vir paqij bikin ku carek din hatina van deran neyê aqilê wan.

Leave a Reply

Back to top button