Pêşmergeyê Dêrîn Cemal Şemêranî yê ji bajarê Silêmaniyê da xuyakirin ku ne ji PKK’ê bûya, wê MÎT û leşkerên Tirk niha li Silêmaniyê jî bûna.
Cemal Şemêranî diyar kir ku gerîla berxwedaneke bêhempa dike û anî zimên ku,
“Eger hin alî dagirkeriyê neyînin xaka Kurdistanê, wê nikaribin yek gavê biavêjin.”
Pêşmergeyê dêrîn Samî Sebîr jî girêdayî heman mijarê got:
“Ji bo rêgirtina li ber dagirkeriyê, pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye.
Divê hemû aliyên Kurd bigihîjin lihevkirinekê û hev qebûl bikin.
Divê waneyan ji dîrokê bigirin.”
Ji 15 Hezîranê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên hewayî û bejahî li dijî xaka Başûrê Kurdistnaê bênavber didomîne.
PDK jî hebûna PKK’ê dike behane û angaşt dike ku ne jê bûya, Tirkiye êrîş nedikir !