4 SENARYO LI PÊŞIYA ERDOGAN IN.. MIRIN, SIRGUN, ZINDAN AN JÎ DARVEKIRIN

Lêkolînerê Emerîkî Michael Rubin di sîta Washington Examiner de li ser serokê AKP’ê Erdogan nivîsek belav kir.

Li gorî Rubin 4 senaryo li pêşiya Erdogan in.

Mirin, Sirgun, Zindan an jî bidarve kirin.

‘PAŞEROJA ERDOGAN LI TIRKIYÊ TARÎ YE’

Bi vê manşêtê Lêkolînerê Emerîkî Michael Rubin di sîta Washington Examiner de nivîsek belav kir..

Michael Rubin di nivîsa xwe de 4 senaryo danîn pêşiya Erdogan..

ew jî Mirin, Sirgun, Zindan an jî bidarve kirin.

Rubin wiha dibêje:

Rêxistina rojnamevanên sînornenas Tirkiye weke zindana mezin a rojnamevanan li cîhanê, bi nav kir.

Gelê Tirkiyê ji vegotina gotineke şaş an jî henekekê ditirsin ku bibe sedema binçavkirin an jî zindankirinê.

Piştî 15 salan ku Erdogan serokwezîrtî kir û piştre serokkomarî, xuyaye ku bi desthilatdariya xwe bawer e.

Lê bûyerên vê dawiyê li Tirkiyê rûdidin, dihêle dema desthilatdariya wî li ber dawiyê be.. Çawa?

Tenê çar ihtîmal hene.

Nivîskarê Emerîkî van çar ihtîmalan bi van gotinan tîne ziman:

MERASÎMEKE CENAZEYÊ YA FERMÎ:

Ev jî bi kêrî Erdogan tê.

Piştî gelek salên ji feqîrtiyê, niha serokê Tirkiyê xwediyê maleke bi milyonan dollar e.

Dibe armanca Erdogan a mayîna di desthilatdariyê de parastina mîrasa malbata xwe ye.

Mirina xwezayî ku gelek dîktatorên li cîhanê wê texmîn nakin, dibe ku heviya herî baş a Erdogan be.

SIRGUN:

Megalomani ‘Dîntiya Xwe-mezin-dîtinê’ ku zora Erdogan biriye hişt ku xwe di destihatdariyê de bi ewle nebîne.

Wê rojekê ev zext biteqe.

Ger gelê Tirkiyê rabû, wê çaxê Erdogan wê çi bike?

Biryara herî baş ji bo wî sirgun e.

ZINDAN:

Ger Erdogan demeke dirêj di desthilatdariyê de li dijî çalakiyên sivîl be, ger ne xirabtir be, wê xwe di zindanê bi salan girtî bibîne.

Gelek bajarên Kurdan ên xira kirin, dikeve çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê.

DARVEKIRIN:

Wê Erdogan ne lîderê dewleta Tirkan ê yekemîn be ku tê zînankirin..

Ger edalet rê bide, dibe ku bê darvekirin.

Li dijî Adnan Menderes darbeyek leşkerî pêk hat û di 17’ê Îlona 1961’an ji aliyê artêşa Tirk ve hat darvekirin.

Leave a Reply

Back to top button