Plana dewleta Tirk a dagirkirina Hewlerê heye

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê bersiv da Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ku gotibû PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe.

Komîteyê diyar kir ku ev axaftin encamê bêçaretiya dewleta tirk yê li hember têkoşîna PKK’ê nîşan dide. Plana dewleta Tirk ya dagirkirina Hewlêrê heye.

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê bi daxuyaniyeke niviskî bersiv da axaftina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ku gotibû PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe.

Komîteya Dîplomasiya PKK’ê got:

Çawa ku heqê hemû rêxistinên din ên Kurdan hebin ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistiniya xwe bikin, têbikoşin, ev herî zêde ji bo PKK’ê derbasdar e.

Heqê PKK’ê û gerîlayên azadiya Kurdistanê heye ku li hemû Kurdistanê be û têbikoşe.

Komîteya PKK’ê axaftinên Çavuşoglu wek encamê bêçaretiya li hember bexwedana gerîla pênase kir û got:

Rojeveke mîna bidestxistina Hewlêrê ne ya me nîne lê plana dewleta Tirk dagirkirina Hewlêrê heye.

Hedefa me ya PKK’ê ew e ku em dawî li dagirkeriya Tirkiyê ya li her beşên Kurdistanê bînin.

Komîteya Dîplomasîyê destnîşankir ku PDK ji bo alîkariya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre axaftinên ku dagirkeriya Tirk rewa dike û PKK’ê sûcdar nîşan dide, dike.

Komîteyê bang li PDK’ê kir ku dest ji berevajîkirina rastiyan û reşkirina PKK’ê berde û nebin hevkarên dagirkeran.

Back to top button