Civîna 7 dewletên Ewropayê îro li Fransayê pêk tê

Civîna bilind ya heft dewletên Ewropayê ‘MED 7’ ji bo nîqaşkirina aloziya li rojhilatê Deryaya Spî îro pêk tê.

Serokê Fransayê Macron wê civîna ku li girava Korsîkayê ya Fransayê li dar dikeve, bi rê ve bibe.

Wezîrên Spaniya, Malta, Îtalya, Portugal, Qibris û Yewnanistanê wê beşdarî civînê bibin.

Macron diyar kir ku di civîna Ewropayê ya ku dê di rojên 24-25’ê meha bê de li Brukselê were li darxistin de, têkiliya YE bi Tirkiyayê re bibe mijara sereke.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, Atîna wê ji bo çareserkirina aloziya deryaya Spî pêşniyaran ji NATO re bike.

Her wiha derbarên kirinên dewleta Tirk li deryayê belgeyan pêşkêş bike.

Back to top button