Di nav civakan de her çiqas zanist, teknolojî, siyaset, fîlîzûf û hwd, wek qadên mêran bên dîtin jî di dîrokê de gelek jin hene ku di van qadan de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Jin bi têkoşîn û xebatên xwe cihê xwe di nava civakê de girtin û bûn mînaka hêzê ji tevahî jinan re.
Jin cihê xwe di her qadên jiyanê de girt û li dijî zîhniyeta mêr a ku jinan tune dibînin li ber xwe dan û bi têkoşîna xwe bûn mînak ji jinan re.
Em dikarin bi çend mînakan behsa jinên ku bi xebatên xwe derbasî dîrokê bûne bikin.
Ada Lovelace li cîhanê jina yekemîn ku programa kompîyoterê dizanî.
Xebat û nîşeyên Ada di dîroka programa kompîyoterê de bû xwedî cihekî girîng.
Fîzîkvan û kîmyager Maria Sklodowska ku bi eslê xwe fransî ye salên (1867-1934) de di qada zanîstê de yek ji jinên pêşeng e.
Bi van xebatên xwe re di qada fîzîkê û kîmyayê de layiqê Xelatên Nobelê hat dîtin.
Jina zanist a fransî Françoise Barre Sinoussî bi kişfkirina Vîrûsa kêmasiya meneta mirovî ya ku dibe sedema nexweşiya AIDS’ê derbasî dîrokê bû û di tibê de Xelata Nobalê girt.
Lêkolînvana tibê Rita Levi Montalcini bi kişfkirina faktora mezinbûna tûrê re gelek xebatên li ser pêşketina pergala tûrê û cudabûnên wê kirine.
Ji ber gihiştina 100 saliya xwe bû xwedî nasnava mirova zanista yekem a Xelata Nobelê.
Amelia Earthart jina pîlot a yekem e ku bi balafirê Antlantîkê bi tena serê xwe derbas kiriye û bû jina wêreker di di qada hewavaniyê.
Simone de Beauvoir feylesofa hebûnê, nivîskar, teorîsyena siyasî û parêzvana navdar a mafê jinan bû.
Pirtûka wê ya ‘Zayenda Duyemîn’ bû manîfestoya tevgerên jinan û bû yek ji pêşengên parêzvanên mafên jinan.
Nancy Astor jina yekem e ku ket parlamentoya îngilîzan û siyaseta îngilîzan ji binî ve guhert, ji bo jin bikevin parlamentoyê gelek xebat kirine û di nav 2 salan de gelek jin kirin parlamentoyê.
Benazir Butto Serokdewleta yekem a jina misilman e û 2 caran serokdewletiya Pakistanê kir, bi vî awayî navê xwe di dîrokê de nivîsand.
Ev jinên ku me qala kurtejiyana wan û xebatên wan kir, her çiqas qad û demên cuda de jiyabin jî ji bo heman tiştî têkoşiyane.
Van jinan li dijî zîhniyeta mêr ku li her qada jiyanê jinan tune dihesibînin li ber xwe dan û mohra xwe li gelek xebatên girîng dane.