Yekitiya Jinên Ciwan dest bi çalakiyên ‘Ji kuştina zarokan re na’ kir

Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina sûcên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi dirûşmeya “Ji kuştina zarokan re na” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi rêzeçalakiyan kir.

Yekitiya Jinên Ciwan li kampa Newroz a Dêrikê û bi beşdariya bi dehan zarokên li kampê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de zarokan li ser paçekî spî “Ji kuştina zarokan re na” nivîsand.

Bi vê yekê zarokan bêdengiya rêxistinên navnetewî ya li dijî êrîş û sûcên li hember zarokan yên li herêmên dagirkirî şermezar kir,

Beriya niha li ser medya civakî dîmenê ku çeteyekî dewleta Tirk li zarokekî temenê di bin salekê re bû dixist, da ku li hemberî serbest-berdana wî fîdyeyan ji malbatê bigire, hat parvekirin.

Vê yekê jî rê li ber narazîbûneke mezin vekir.

Tê payîn ku çalakiyên Yekîtiya Jinên Ciwan li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî werin lidarxistin.

Back to top button