Meclisa Jinên Sûrî ya herêma Firatê banga bidawîkirina xwekuştinê kir

Bi boneya 10’ê Îlonê Roja Qedexekirina Xwekuştinê ya Cîhanê, Meclisa Jinên Sûriyê ya herêma Firatê û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên cîhanê hat kirin ku ji bo pêşîgirtina xwekuştinê xebatên xwe zêdetir bikin.

10’ê Îlonê Roja Qedexekirina Xwekuştinê ya Cîhanê ye.

Bi vê boneyê Meclisa Jinên Sûrî ya şaxê herêma Firatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya di 9’ê Îlona 2019’an de, salane nêzî 80 hezar kes xwe dikujin. Hejmara kesên xwe dikujin ji hejmara qurbaniyên şer û bûyerên kuştinê zêdetir e. Sedema sereke ya duyemîn a mirinê piştî qezayên trafîkê, xwekuştin e.

Meclisa Jinên Sûrî a şaxê herêma Firatê bang li rêxistinên cîhanê kir ku ji bo pêşîgirtina xwekuştinê xebatên xwe zêdetir bikin.

”Divê diyardeya xwekuştinê were çareserkirin”

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku di demên dawî de bûyerên xwekujiyê li Kobanê zêde bûye û piraniya kesên xwe dikujin jin û jinên ciwan in û got,

Hin sedemên vê yekê jî, tundiya mêran û malbatê ya ku li hemberî jinan tê meşandin e.

Rêxistinê anî ziman ku divê rê li pêşiya vê yekê were girtin.

‘Divê rêxistinên mafên mirovan li hember kuştinên jinan bêdeng nemînin’

Li aliyê din, di demên dawiyê de li Tirkiyê sûcên li dijî jinan û kuştina jinan zêde bûne.

Têkildarî mijarê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyek da û got,

Li Tirkiyê bi awayekî xeter bûyerên kuştina jinan zêde dibin, li gel vê bûyerê tundiya AKP’ê li dijî jinan dide meşandin jî di asta herî jor de ye.

Ev êrîşên li dijî jinan nîşaneya hovîtî û asta kiryarên dewleta Tirk, nîşan dide.

Komîteyê sûcên li dijî jinan şermezar kir û bang li rêxistinên navnetewî û mafên mirovan kir ku li hemberî van êrîşan helwestê nîşan bidin.

Back to top button