
Di çalakiya gerîlayan a li herêma navçeya Elkê ya Şirnexê de leşkerek dagirkeriya dewleta tirk hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:
3 Îlonê artêşa Tirk a dagirker qadên Gundikremo û Girê Hirmo yên li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi obûs û hawanan bombebarankir.
8’ê Îlonê artêşa dagirker bi helîkoptêran qada Navsera Cûdî bomebaran kir.
Piştre, bi Skorskyê leşker danîne herêmê û operasyon dane destpêkirin.
Bi encama bombebaranê şewata ku li Gundikremo, Girê Hirmo û Navsera Cûdî derketî hê jî didome.
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, heman rojê gerîlayan li qada Kato Jîrka a navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiyek sekvaniyê pêk anîn.
Di encamê de leşkerekî dagirkeriya dewleta tirk hate kuştin.