Mistefa Kazimî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re civiya

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Hat ragihandin ku di serdanê Kazimî de mijarên wek lihevkirina deriyên sînor, mûçe, nefta herêmê, hilbijartinên pêşwext bûye rojev. Hat gotin Kazimî ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê pêwîstiya reforman anîye ziman.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana başûrê Kurdistanê kir û bi serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê-PDK’ê Mesûd Barzanî re civiyan.

Ofîsa Ragihandina Kazimî daxuyaniyek da û diyar kir ku di civîna Mesûd Barzanî û Kazimî de behsa hilbijartina pêşwext, rewşa Iraqê ya heyî têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kazimî ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê pêwîstiya rasteqîn a ji bo reformê dubare kiriye. Mesûd Barzanî jî balkişandiye li ser hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê.

Piştî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re, Kazimî bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kir.

Hate gotin ku Mesrur Barzanî diyar kiriye ku ew ji bo çaresriya hemû dosyayên Iraqê amadene û piştgiriyê didin reformê.

Li gorî bernameyê wê Kazimî serdana deriyê Îbrahîm Xelîl, Başmax, serdanan kampên koçberên Êzidî lê dimînin bike.

Piştre jî biçe gundekî Amêdiyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin.

Serdana Kazimî di demeke ku bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome de, pêk tê..

Koalîsyona Nasir: Divê Kazimî dosya neftê û deriyê sînor bi Başûr re çareser bike

Ji aliyê din, Koalîsyona Nasir ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî serokatiya wê dike, daxwaz ji Mistefa Kazimî kir ku bi hikûmeta başûr re dosyayên neftê û deriyên sînor çareser bikin.

Back to top button