Li Mexribê aliyên Lîbî li ser erkên sereke di welêt de li hev kirin

Danûstandinên aliyên Lîbî li Mexribê dewam dikin û tê gotin her du alîyan li ser gelek mijaran li hevkirine.

Dezgehên ragihandinê yên Lîbî, destnîşan kir aliyên Lîbî ku li Mexribê danûstandinan dikin li ser erkên sereke yê li welêt li hev kirin.

Herdu alîyan li ser 7 mijarên sereke j li hev kirin.

Di dema serketina van danûstandinên Lîbî wê nexşeya hikûmeta nû ya Lîbyayê were destnîşankirin.

Paştirê jî wê xalên lihevkirinê yên di van danûstandinan de li Cenevê bi pêşengiya Netewên Yekbûyî werin nîqaşkirin.

Civînên aliyên Lîbî li Swîsreyê bi lihevkirinekê bi dawî bû

Li aliyên din, civînên aliyên Lîbî yên li Swîsreyê jî bi dawî bûn.

Di van civînan de li ser veguhestina navendên hikûmetê yên sereke û parlemanê ji bo bajarê Sirtê hat lihevkirin.

Tê gotin li gorî lihevkirinê wê di nava salek û nîvî de hilbjartinên parlemen û serokatiyê li Lîbyayê pêk were.

Nûnera Taybet ya Netewyên Yekbûyî ya Lîbyayê, Stephanie Williams, ev lihevkirin erênî pêşwazî kir.

Back to top button