Tirkiyê idîa kir ku ew yekîtî û serweriya welatên Ereb girîng dibîne

Duh Komkara Erebî li ser destwedanên Tirkiyê ya li welatên Eerban berteka nîşan dabû, îro jî Tirkiyê nerazîbûn nîşanî Komkara Ereb da.

Duh di civîna Komkara Erebî de destdirêjiya dewleta Tirk ya li welatên Ereban bi taybet li Sûriye, Iraq û Lîbyayê hat şermezarkirin.

Di civînê de Misirê banga avakirina eniyeke Erebî li dijî Tirkiyê kiribû.

Îro jî Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe derbarê van helwestan nîşan da.

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê diyar kir ku ew van helwestan cidî nagirin û idîa kir ku Tirkiye yekîtî û serweriya welatên Ereb girîng dibîne.

Wezaretê hin dewletên di komkara Erebî de tewanbar kir û îdia kir ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û pirsgirêkan derdixin.

Back to top button