Li Efxanistanê serçeteyê DAIŞ’ê yê berpirsê giştî yê şaxê Xurasanê hat girtin

Li Efxanistanê serçeteyê DAIŞ’ê yê berpirsê giştî yê şaxê Xurasanê hat girtin.

Hêzên Ewlehiyê yên Efxanistanê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê yê berpirsê giştî yê şaxê Xurasanê Ebdullah bi nasnav Ekrem li herêmên bakur û rojhilatê Efxanistanê hat girtin.

Hêzên Ewlehiyê eşkere kir ku serçete hewldana kuştina melayê naskirî yên Efxanistanê dikir.

Hewildana kuştina cîgirê serokomarê Efxanistanê

hikûmeta Efxanistan jî duh ragihandi ku roja çarşemê hewildana kuştina cîgirê serokê Efxanistanê Omer Ellah Salih hat kirin, lê hewildan biser neket.

Hat zanîn ku mayînek li Kabulê li ser rê hatibû danîn û dema derbasbûna kerewana tirimpêlan ya cîgirê serokomar teqiya.

Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

Back to top button