KOM-MED’ê êrîşa polîsên Alman şermezar kir

KOM-MED’ê êrîşa polîsên Alman a li ser meşvanên Meşa Dirêj ên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hannover ê Almanyayê destpê kiribû, şermezar kir.

Hevserokatiya KOM-MED’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, êrîşa polîsên Alman a li ser ciwanên Kurd û enternasyonalîst şermezar kirin.

KOM-MED’ê ev got: “Meşvanên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 7 rojan dabû destpêkirin, di roja 6’an a meşê de polîsên Alman li Lûnebûrgê êrîşî wan kirin.

Di êrîşên de ciwan birîndar bûn û hatin destgîrkirin.

Em Federasyona Civakên Kurdistanî ya Almanya (KOM-MED) şideta polîsên Elman a bê pîvan a li ser meşa ciwanan a demokratîk, şermezar dikin.

Çawa ku heta niha Kurdistanî li ber polîtîkayên şaş ên hikûmeta Alman a ji bo krîmînalîzekirina daxwazên Kurdan bandor nebûne, saziyên Kurd wê di vê pêvajoya  ji her demê bêhtir bi hêz e bandor nebin.

Bang li hikûmeta Alman dikin ku dawî li bazarên xwe yên qirêj ên li gel Tirkiyeyê ya li ser Kurdan bîne û dev jî polîtîkayên şaş berde.

Bang li gelê xwe, hemû hendamên NCKD û dostên xwe dikin ku li dijî polîtîkayên zextê hişyar bin, di roja dawî ya meşa dirêj de xwedî li daxwazên meşvanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.”

Back to top button