Tirkiyê amadehiya xwe ji bo diyalogên bi Yûnanistanê re bê ti şertan nîşan da

Piştî banga Fransayê ya dengeke Ewropî hevpar li dijî Tirkiyê, Tirkiyê amadehiya xwe ji bo diyalogên bi Yûnanistanê re bê ti şertan diyar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu li pêşiya Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamana Ewropî derbarê aloziya li rojhilatê Deryaya Spî axivî.

Mevlüt Çavuşoğlu amadebûna Tirkiyê ya destpêkirina diyalogan bi Yûnanistanê re, bê ti şertan destnîşan kir.

Yûnanistan: Ger Tirkiyê neyê danûstandinan, em ê berê xwe bidin dadgeha edaletê

Îro Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis bang li Yekîtiya Ewropayê kiribû ku ger Tirkiyê keştiyên xwe di herêmên binakok venekişîne, pêwîst e cezayên bibandor ser wê bibirîne.

Kyriakos Mitsotakis teqez kir ku ger Tirkiyê neyê maseya danûstandinan, wê Yûnanistan berê xwe bide Dadgeha Edaletê ya Navdewletî.

Back to top button