Hêzên Iraqê li parêzgeha Nînewayê di operasyoneke taybet de 6 çeteyên DAIŞ’ê kuştin û gelek çete jî girtin.
Li gorî Fermandarê operasyonan li parêzgeha Nînewayê, Ismaîl El-Mihlawî, hêzên Iraqê li gundê Eyn El-Hisan a Mûsilê dest bi operasyoneke taybet li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.
Piştî agahiya ketina çeteyan di vî gundî de, operasyon hat destpêkirin.
Di encama operasyonê de, 6 DAIŞ’î hatin kuştin û 13 çete jî hatin girtin, ku di nava wan de du serçete hebûn.
Her wiha gele çek û cebilxaneya çeteyan hat desteserkirin.
Piştî operasyonê, hêzên Iraqê qedexeya derketina derve li gund ragihand û dest bi girtina şaneyên razayî û kesên girêdayî DAIŞ’ê kir.
Tevî ku hikûmeta Iraqê ev zêdeyî 2 salan e şkestina çeteyên DAIŞ’ê ragihandiye, lê heya niha jî li gelek herêm ji parêzgeha Nînewayê ya nêzî sînorê Sûriyê tevgera DAIŞ’ê dewam dike.