Li Serê Kaniyê çete pev ketin, gelek malbat koçber bûn

Li Serê Kaniya dagirkirî, derengiya şeva borî, çete pev ketin, di encamê de gelek malbat koçber bûn.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku hîn li gundên Mebrûka, Mehmûdiyê û Qasimiyê yên Serê Kaniyê, pevçûn dewam dike.

Ji ber êrîşên çeteyan, 4 malbatên Ereb ji gundê xwe koçî bajarê Hesekê bûn.

Di heman çarçoveyê de jî, çeteyên dewleta Tirk bi tawana ku malbatek bi QSD’ê re ye, mala wan dizî.

Her wiha li gundê Rîhaniyê, hin çeteyên serxweş, gule li du jinan reşandin..

Heman çavkaniyê, da zanîn ku li dijî dagirkeriya Tirk di navbera şêniyên Rîhaniyê û çeteyan de pevçûn çêbû û jinek birîndar bû.

Back to top button