Israîlê êrîşek bir ser alîgirên Îranê li gundewarê Helebê

Şeva borî, Israîlê, Kargehên Parastinê yên li nêzî bajarokê Sifêra yê li rojhilatê Helebê, ku hêzên alîgirên Îranê lê bicih dibin topbaran kirin.

Pergala parastina esmanî ya hikumeta Şamê, di hewldanên xwe de, çend mûşekên Israîlê anîn xwarê.

Televizyona fermî ya hikumeta Şamê jî ragihand ku pergala wan a parastina asmanî, êrîşeke Israîlê li ser Helebê şikand.

Li gorî televizyona hikumeta Şamê, artêşa Sûrî çend mûşekên Israîlê, berya ku bigihêjin armancên xwe, anîn xwarê.

Heta niha, encamên vê êrîşê nayên zanîn.

Her wiha heta niha Israîlê, derbarê vê êrîşê de, ti daxuyanî nedaye.

Di çend mehên borî de, Israîlê êrîşên xwe li dijî hêzên Îranî li Sûriyê zêde kirine.

Destpêka vê mehê jî, di encama êrîşeke Israîlê li parêzgeha Himsê de, 10 çekdarên alîgirên hikumta Şamê, hatin kuştin.

Back to top button