Li Kongoyê di encama 2 êrîşan de 58 kes hatin kuştin

Li Kongoyê, di encama 2 êrîşan de 58 kes hatin kuştin.

Wezîrê Hindirîn ê Kongoyê Edicyo Gîdî diyar kir ku, herdu komkujî li parêzgeha Îromo ya li herêma Îtorî ya li bakur rojhilatê welêt pêk hatin.

Gîdî destnîşan kir ku êrîşa yekem roja Sêşema borî pêk hat û di encamê de 23 kes hatin kuştin, ya duyem jî duh pêncşemê pêk hat û tê de jî 35 kes hatin kuştin.

Wezîrê Hindirîn ê Kongoyê, rêxistina çekdar a bi navê ”Koalîsyona Hêzên Demokratîk” ku li Ogendayê hatiye avakirin, bi pêkanîna van êrîşan tawanbar kir.

Ji mijdara 2019’an ve, artêşa Kongoyê li dijî van çekdaran operasyonan pêk tîne, rêxistina çekdar jî car caran êrîşî sivîlan dike.

Back to top button