Îro saetên sibê, Konferansa Yekemîn a Jinan a Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi silogana “Jina bi tendurist, çavkanî û hêza jiyana tendurist e” dest pê kir.
Konferansa li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar dikeve.
Xebatên konferansê bi beşdariya 124 endamên tenduristiyê û endamên saziyên civaka sivîl dest pê kir.
Destpêkê axaftin hat kirin piştre perspektîfn Rêber Ocalan û rapora salê ya tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêzikname hatin xwendin.