Amadekariyên Mihrîcana Lêlûn a fîlm ya navnetewî ber bi dawî ve diçin

Berpirsên Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya navneteweyî amadekariyên mihrîcanê didomînin. Komîteya berpirsyar dest bi wergerandina fîlmên ku wê di mîhrîcanê de werin pêşendan, ji her du zimanên Kurdî û Erebî, kir.

Komîna Sînema Avrîn a kantona Efrînê wê Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya navneteweyî di 21`ê Îlonê de li dar bixe.

Komînê 58 fîlm ji 2 hezar û 200 fîlman li gorî rojên Berxwedana Serdemê ya Efrînê pejirandin.

Endamê Rêveberiya Mihrîcanê Cangîn Ebdo ragihand “Fîlmên bi zimanê Suryanî, Iraq û dewletên Ewropayê tev li mihrîcanê bûne û niha ew fîlman ji komîteya berpirs re rêdikin da ku fîlmên serkeftî hilbijêrin.”

Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Zîlan Silêman jî diyar kir ku hindek maye amadekarî bi dawî bibin û heta niha derdora 20 fîlm hatine wergerandin.

Back to top button