Mihemed Ocalan: Tecrîda li ser Rêber Apo sal bi sal girantir dibe

Birayê Rêber Ocalan Mihemed Ocalan bal kişand ser tecrîda 21 salan a li Îmraliyê û diyar kir ku ji sala 2015’an ve li ser Rêber Ocalan tecrîd girantir bûye.
Mihemed Ocalan da zanîn ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, hêza bingehîn Rêber Ocalan e û divê tecrîda li ser wî rabe.

Ev 21 sale tecrîdeke giran li girava Îmraliyê li ser Rêber Ocalan didome.

Dewleta Tirk a dagirker ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve tevî hemû serdanê parêzeran jî destur nade ku parêzerê Rêber Apo bi mûvekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Ji 3’ê Adara 2020’an jî li ser navê malbatê birayê Rêber APO Mihemed Ocalan hevdîtin pêkanî bû, ji wê rojê heta îro dewelta Tirk destûr nade parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtinan bike.

Birayê Rêber Ocalan, Mihemed Ocalan têkildarî tecdrîda li ser Rêber Apo axivî.

Mihemed Ocalan diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo pir giranbûye û nayê qebûl kirin.

Mihemed Ocalan: Pêkanînên li Îmraliyê nayên qebûlkirin

Birayê Rêber Ocalan diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Rêber Ocalan aktorek serekeye, pirsgirêka kurd bê Rêber APO çareser nabe. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Mihemed Ocalan: Aktorê sereke Rêber Apo ye

Mihemed Ocalan: Ji bo tecrîd rabe divê Kurd pêşî yekîtiya xwe avabikin

Mehmed Ocalan ji bo dawî bûna tecrîdê balkişand li ser girîngiya yekîtiya kurdî û nirxandinên Rêber Ocalan bibîrxist, diyar kir ku ji bo tecrîd dawî bibe divê pêşî yekîtiya kurdî pêkbê.

Back to top button