Dozgeriya faşîzma AKP’ê bi hinceta endamtiya rêxistinê 10 sal cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn hat birîn.
Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.
Di danişînê de şandeya dadgehê 10 sal ceza li Remziyet Tosûn birî.
Adara 2020’an faşîzma AKP’ê li dijî Tosûn biryara despêkirina lêpirsînê dabû.