Di pênc rojan de 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin

Hêzên Iraqê di çend rojên dawî de li Kerkûkê 10 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Fermandariya Operasyonên Heveş destnîşan kir ku DAIŞ’ê bilindbûna germahiyê û aloziya Coronayê ji xwe re weke derfet dibîne ji bo êrîşên xwe pêk bîne.
Fermandariyê diyar kir ew stratejiyên nû ji bo girtina çeteyên DAIŞ’ê bi kar tînin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê, Yehya Resûl, derbarê operaysona hêzên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê agahî parve kirin.

Yehya Resûl diyar kir ku ev pênc roj in hêzên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê operasyonan li dijî DAIŞ’iyan pêk tînin.

Îro jî li herêma Hewîceyê ya dikeve başûrê rojavayê parêzgehê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Bi girtina vî çeteyî, hejmara çeteyên ku di nava pênc rojan de hatine girtin digihêje 10 çeteyan, ku di nava wan de 6 serçete hene.

Her wiha di operasyonên rojên dawî de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Beriya sê rojan li parêzgeha Kerkûkê, di encama teqîneke xwekuj de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Heftiya çûyî jî, li ser riya Tekrît-Kerkûk tirimpêleke bombebarkirî teqiya, di encamê de jinek hat kuştin û 3 ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Hêzên Iraqê stratejiyên nû ji bo girtina çeteyên DAIŞ’ê bi kar tînin

Tevî ku hikûmeta Iraqê ev zêdeyî 2 salan e şkestina çeteyên DAIŞ’ê ragihandiye, lê heya niha jî li gelek herêm ji parêzgehên Kerkûk û Nînewayê tevgera DAIŞ’ê dewam dike.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, DAIŞ xwe di cihên nû de ku berê li wir ne aktîv bû, xwe birxistin kiriye û di operasyonên xwe de rêbazên nû bi kar tîne.

Her wiha çete ji bo jinûve bicihkirina Hêzên Koalisyona Navnetewî sûd gelek giritiye.

Fermandariya Operasyonên Heveş ya Iraqê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bilindbûna pileya germahiyê û aloziya Coronayê weke derfetekê dibîne ji bo êrîşan li dijî hêzên ewlehiyê pêk bîne.

Li gorî fermandariyê ew stratejiyên nû ji bo girtina çeteyên DAIŞ’ê bi kar tînin.

Back to top button